MÎT: Yeşîl bo kuştina Şemdîn Sakik ji me destûr xwast

24-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Sîxoriya Millî ya Tirkiyê (MÎT), ragihand, kesê bi navê Mehmûd Yildirim ku navê wî yê kod li Tirkiyê “Yeşîl” e û tê gotin endamê JÎTEmê bûye, bo kuştina endamê berê yê Desteya Serokatiya PKKê Şemdîn Sakik (Zekî Parmaksiz) ji MÎTê alîkarî û destûr xwastiye lê MÎTê qebûl nekiriye.

Di dosyaya terorkirina zana û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa de ku li dadgeha 7emîn a Cezayê Giran a Amedê tê şopandin, hat gotin ku pilana kuştina Apê Mûsa ji aliyê kesê bi navê Mehmûd Yidirim ve ku li Tirkiyê wek “Yeşîl” tê nasîn û heta niha nayê zanîn ka mirî ye yan zindî, hatiye dariştin û cîbicîkirin.

Ji ber vê yekê, dadgehê ji MÎTê xwast li ser vê îdiayê agahiyan bide.

Li gorî medyaya Tirkiyê, MÎTê jî 4 roj berê nameyek ji dadgehê re şand û ragihand, Yeşîl roja 16ê Sibata 1992an bi rêya rayedarekî cendirme ji wan daxwaza pêwendiyê kiriye û ji wan re gotiye, ew dixwaze Şemdîn Sakik (yek ji berpirsên berê yên PKKê ku niha girtî ye) bikuje û bila MÎT wî bişîne Swîsrayê lê MÎTê ev yek qebûl nekiriye.

Apê Mûsa roja 20 Îlona 1992an li bajarê Amedê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de rojnamevan Orhan Mîroglu jî birîndar bû.

Şemdîn Sakik, endamê berê yê Desteya Serokatiya PKKê bû ku sala 1997an ji nav partiyê reviya û xwe radestî Tirkiyê kir. Sakik niha girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst