CHP: Desthilatê di 8 salên dawî de 154 caran qeyûm tayîn kirine
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora CHPyê ya li ser qeyûman, di 8 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê desthilatê wate hikûmeta AK Partiyê 154 caran qeyûm avêtine ser rêvebiriyên xwecihî.
Komîsyona Hilbijartin û Hiqûqê ya CHPyê derbarê qeyûman de raporek belav kir
Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku sîstema qeyûman û xalên 2, 5, 123 û 127 ên Destûra Bingehîn nakok in û armanca wan xalan ew e ku karkirina serbixwe ya rêveberiyên xwecihî ava bike.
Amed yekem e
Li gorî raporê, piştî 15ê Tîrmeha 2016an di 8 salên dawî de desthilata AK Partî û MHPyê herî zêde li Bakurê Kurdistanê qeyûm danîne
Bi 26 tayînên qeyûmê Amed di rêza yekem de ye û Wan jî bi 23 tayînan di rêza duyem de ye.
Di raporê de hat ragihandin ku li gorî salan bi 60 qeyûman sala 2016an di rêza yekemîn de ye û bi 38 qeyûman jî sala 2019an di rêza duyemîn de ye.
Her wiha di navbera salên 2016 û 2024an de hejmara dengderên şaredariyên ku qeyûm li wan hatiye tayînkirin bi giştî 11 milyon û 202 hezar û 496 kes in.
Beriya hilbijartinên 31ê Adara 2024an 49 şaredarî ji aliyê qeyûman ve dihatin birêvebirin û ji wan tenê 9 şaredarî di encama hilbijartinên 31ê Adarê de niha ji aliyê AK Partî û MHPyê ve tên birêvebirin.
Di raporê de wek encam 6 xal hatine diyarkirin:
1 - Desthilat divê rêzê li encamên ji sindoqan derdikevin bigre.
2 - Divê sîstema qeyûman ku wek qada endezyariya sîyasî ya desthilatê ye bilez bidawî bibe.
3 - Proje-yasaya ku 10 partiyên siyasî bo bidawîkirina sîstema qeyûman pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kiriye divê bibe yasa
4 - Bi sererastkirina 5393 Yasaya Şaredariyê divê xalên dijî demokrasiyê ku rê li ber sîstema qeyûman vedike bên rakirin.
5 - Serokên şaredariyan ên ku derbarê wan de biryarek nehatibe dayîn lê li cihê wan qeyûm hatiye danîn bo ser erkê xwe vegerin. Li cihê wan serokên şaredariyan ên ku bi giştî rêyên darizandinê bo wan hatine temamkirin jî yek ji endamê encûmena şaredariyê wekî serok bê hilbijartin.
6 - Ligel desthilateke ku xalên 2, 5, 123 û 127 ên Destûra Bingehîn bo sîstema qeyûman bi kar tîne, hevdîtina li ser destûreke nû ne pêkane.