Parlamentoya Tirkiyeyê dê endamtiya Swêdê ya NATOyê gotûbêj bike

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê 26ê vê mehê protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê gotûbêj bike.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye belavkirin, ew komîsyon dê 26ê Kanûna Peşînê ya 2023yan demjimêr 15:00an  bicive.

Di civînê de 10 maddeyên li gorî pesendkirina peymanên navdewletî dê bên nirxandin.

Di 10emîn rojeva civînê de projeyasaya protokola pesendkirina beşdarbûna Swêdê li gorî peymanên navdewletî cih digire û li ser mijarê gotûbêj tên kirin.

Gotûbêjên derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê 16ê Çiriya Paşînê 2023yan hatibûn paşxistin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde Gulana sala borî serlêdana welatê xwe ya ji bo endamtiya NATOyê îmze kiribû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî tîrmeha îsal endamtiya Swêdê ya NATOyê pesend kiribû û biryar şandibû Parlamentoya Tirkiyeyê.

Lê Enqereyê ji wê demê ve bi hinceta piştevaniya wê ya bo PKKyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Swêdê mijûl dike ku bigihe xewna xwe ya endambûna NATOyê.