Li Stenbolê 6 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê polîsan bi ser malan de girtin û di encam de 6 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin ku rêveberê rêxistina Sancaktepe yê HDPê Kerim Kiliç jî di nav de ye.

Li gor agahiyan îro Înê 23ê Kanûna 2022ê li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehir û Sancaktepe yên parêzgeha Stenbolê polîsan bi ser malan de girtine û di encam de 6 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine desteserkirin ku rêveberê rêxistina Sancaktepe Kerim Kiliç jî di nav de ye.

Derbarê hinceta desteserkirina wan 6 kesan de ti zanyarî nehatiye belavkirin û bo Rêveberiya Emnî ya Stenbolê hatine birin.

Herwiha îro heman demê li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsan bi ser malên rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de jî girtin û di encam de 14 kes desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst