Doza Fincanci: Dadgehê daxwaza Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekemîn rûniştina dadgehê ya bo doza Seroka TTBê Şebnem Korur Fincanci de, heyeta dadgehê daxwaza Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya tevlêbûna dozê red kir û diyar kir ku wezaretê ji sûcê zerar nedîtiye.

Îro li Stenbolê yekem rûniştina doza pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci dest pê kir.

Berî destpêkirina civîna dadgehê, şanda TTB û rêxistinên civaka sivîl li pêşiya dadgehê kom bûn û bi daxuyaniyekê girtina Fincanci şermezar kirin û daxwaza berdana wê kirin.

Di destpêka dozê de, Serokê dadgehê ji bo ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê beşdarî dozê bibe daxwaz ji dozgeriyê kir.

Dozger di danişînê de daxwaza tevlêbûna Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir û diyar kir ku wezaretê ji sûcê zerar nedîtiye.

Serokê dadgehê jî daxwaza beşdarbûna parêzer red kir. Piştre jî serokê dadgehê ji parêzerê Wezîrê Berevaniyê re got, “Me hûn red kirin. Ka em we bibin beşa temaşevanan.”

Parêzerê Wezîrê Berevaniyê paşê daxwaza mafê axaftinê kir, lê ev daxwaz jî hat redkirin û parêzer ji odeyê derket.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê, Omer Sonmez ku li ber deriyê dadgehê dozê dişopîne, ragihand ku ji ber birêveçûna yekemîn rûniştina doza Seroka TTBê Şebnem Korur Fincanci, îro derdora Edliyeya Çaglayanê li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.