Rêxistinên Navdewletî yên Pizîşkî: Divê yekser Fincanci bê azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 24emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ser bi parêzgeha Stenbolê îro Înê 23ê Kanûna 2022ê yekemîn rûniştina doza Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku niha girtiye dê birêve biçe.

Beriya dozê hejmarek rêxistin û saziyên navdewletî yên pizîşkî ku bi armanca beşdarbûna doza Fincanci hatine panelek saz kirin. Di panelê de banga azadkirina Fincanci hat kirin û gotin: “Banga me bo azadkirina Fincanci ye û berpirsyariya we heye ku hun bi awayekî dadmendî rênimayiyên navdewletî yên civata pizîşkan cîbicî bikin.”

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku di 20ê Cotmehê de behsa egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê kiribû, roja 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatibû desteserkirin û di 27ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di 28ê Cotmehê de jî jibo ji kar dûrxistina Fincanci û rêveberiya navendî ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) doz vekiribû.