Kiliçdaroglu: Şeva lîre daket û bilind bû kê dolar kirîn û firotin!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, daxwaz kir ku şeva nirxê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî bi awayekî tund daket û bilind bû, lêkolîn bê kirin ka kê dolar û euro kirîne û firotine. Kemal Kilicdaroglu, rexneyên tund li biryarên aborî yên nû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin.

Erdogan berî 2 rojan biryarên nû yên aboriyê eşkere kirin û ji welatiyan daxwaz kir, pereyên biyanî nekirin û pereyên xwe wek lîre bankeyan razînin. Erdogan got: “Dahata mirovên me yên lîre ku di bankayan de ne, eger ji dahata pereyên biyanî zêdetir be, bi xwe werdigrin, eger kêmtir be, dê ew ferqa çêdibe rasterast bo wan bê temamkirin.”

Kilicdaroglu dijî vê biryarê derket û got: “Mirov çawa garantiya faîza pereyên biyanî dide? Ango garantiya pereyên biyanî dide. Ka lîreyê Tirkî? Dibêje, `Eger dolar zêde bilind bibe, ez ê ferqa wê bidim.` Tu ji berîka kê didî? Ji berîka xwe didî? Na. Ji berîka feqîr û hejaran didî. Dîroka Tirkiyê rezaleteke bi vî awayî nedîtiye.”

Kilicdaroglu got: “Hinekan pere lê xistin. Dolarek kirin 18 lîre û piştre hinekan milyon dolarên xwe kirin lîreyê Tirkî. Hikûmetê ev wergirt, piştre daket 13 lîreyan û çû bi pereyên dinyayê bi 13 lîreyan dolar kirî. Kê kir? Rêveberan kir. Em ê derbarê vê yekê de pirsnameyekê bidin parlamentoyê.”

Kilicdaroglu derbarê hilbijartinên pêşwext de jî got: “Ji ber welatî zêde mexdûr nebin em hilbijartinê dixwazin. Her roja dereng dimîne, barê wê bo civak, mirov, ciwan, jin û malbatan zêde dibe. Bihabûn heye, zilm heye. Mirov di rewşeke xirab de ne. Di rewşeke wiha de çi tê kirin? Di demokrasiyeke ku baş birêve diçe, mirov serî li gel dide. Eger bi xwe bawere, li gor dibêje baweriya wî heye, bila sindoqê deyne.”