Tirkiyê careke din keştiya Oruç Reis şande Deryaya Spî

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê cardin temamê hişyariyên Yekîtiya Ewropa dane aliyekî û keştiya Oruç Reis daxiste Rojhilatê Deryaya Navîn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin dê keştiya lêgerîna gaza xwezayî û petrolê heta 15ê Hezirana sala 2021ê li ser kar be û NAVTEX hatiye ragihandin.

Li gorî zanyariyan keştiyên bi navê Ataman û Cengizxan jî dê li gel Orûç Reîs erka bergiriya wê cîbicî bikin. Beriya niha lêgerîn û karê vê keştiyê li Derya Navîn, di navbera Tirkiyê û Yunanistanê de bû cihê nakokiyê.

Li gorî Yunanistan û Komara Qibrisê, ew keştî sînorên wan ê avî binpê dike û ev yek tê wateya binpêkirina sînorên Yekîtiya Ewropa ji ber ku herdu welat endamên wê yekîtiyê ne.

Li ser gilî û gazinên Yunanistan, Komara Qibris û Fransayê, Yekîtiya Ewropa di temamê lûtkeyên xwe de hişyarî dabû Tirkiyê û daxwaz kiribû ku dawiyê li liv û tevgerên xwe yên li Deryaya Navîn bîne û ew çalakî weke ne yasayî binav kiribû.