Boztoprak: Ahmet Turk di xeterê de ye - Tecrîd li ser HDPyiyan tê meşandin

23-12-2016
RÛDAW
Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak îro serdana parlamenter û şaredarên girtî yên HDPê kir
Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak îro serdana parlamenter û şaredarên girtî yên HDPê kir
Nîşan HDP Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak Parlamenter Şaredar Girtîgeha Silvirî Girtîgeha Kandira Ahmet Turk
A+ A-

Enqre (Rûdaw) - Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak li girtîgehên Silivrî û Kandirayê serdana parlamenter û şaredarên girtî yên HDPê kir. Parêzer Boztoprak da zanîn ku parlamenter û şaredar di tecrîdê de têne girtin û rewşa Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk di metirsiyê de ye.

 

Zeynep Ceren Boztoprak piştî serdana bo girtîgehên Silvirî û Kandirayê daxuyaniyek da Rûdawê.

 

Di vê daxuyaniyê de, Ceren Boztoprak ji Rûdawê re ragihand: “Em îro çûn Girtîgeha Silivrî. Lê derfet çê nebû em her kesî bibînin. Bi tenê me digel Ahmet Turk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Bekir Kaya û Leyla Birlîk hevdîtin pêk anî. Niha ji bilî Bekir Kaya û Ahmed Turk, yên din hemû, Sebahat Tuncel û Nîhat Akdogan jî di nav de, di tecrîdê de têne girtin. Nikarin derkevin qadên hevpar û mafê wan ên hevdudîtinê jî tineye. Di tecrîdê de ne, bi ti awayî peywendiyê digel hevdu dananin û peywendiyên wan ên bi derve re jî gelekî sînordarkirî ne.”

 

Boztoprak di berdewamiya axavtina xwe de amaje bi rewşa tendirustiya parlamenter û şaredarên HDPê jî kir û da xuyakirin, ku bi taybet rewşa Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk nebaş e û ew ji wê yekê nîgeranin.

 

Boztoprak wiha axivî:

 

“Bi tenê dikarin digel parêzerên xwe hevdîtinan bikin. Ji ber di Rewşa Awarte de hevdîtina vekirî ji 2 mehan carekê ye, hêj bi malbatên xwe re hevdîtin pêk ne anîne. Ji bilî wê keşeyên tendurîstiyê hene. Lê ji ber ku wan bi kelepçeya dibin nexweşxaneyê, ew red dikin ku derman bibin. Ev yek li ser Ahmed Turk jî tê ferzkirin. Niha em ji ber rewşa tenduristiya wan di nîgeraniyê de ne. Ahmed Turk 74 salî ye. Hewceye her tim biçe kontrola tenduristiyê. Pêwîste biçe nexweşxaneyê, pîl bi dilê wî girêdayî ye ku bi pîl dijî. Ji ber van şert û mercan, dermankirina wan nayê kirin. Ev jî binpêkirina mafê wan e. Bi xwe ev di asta herî bilind de, ixlalkirina mafê jiyanê ye.”

 

Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber rewşa awarte û biryarnameyên taybet ên di hukmê yasayan de, hevdîtina parlamenter û şaredarên girtî bi parêzeran û malbatan wan re tê astengkirin.

 

Ceren Boztoprak diyar kir: “Ji ber Biryarnameyên di hikmê yaseyan de yên Rewşa Awarte, hevdîtina wan ya bi parlamenteran tê astengkirin . Ev yek jî ne hiqûqî ye. Yanî Rewşa Awarte dike hinceta hemû bêhiqûqiyan. Lê di rêzik û destûrê de, cihêkî vî tiştî yê hiqûqî nîn e. Yanî di tu sererastkirineke hiqûqî de, cihê vê tuneye. Ev karîgeriyeke kêfî ye û her karîgeriyek jî binpêkirina mafan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst