Parlamenterên HDP û AKPê li ser “kurdbûnê” şer kirin!

 

Enqere (Rûdaw) – Pêşniyara HDPê ya hesibandina rêjeya ziyana ku ji ber şer û qedexeya li Bakurê Kurdistanê heye, ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve nehat pesendkirin. Parlamenterên kurd ên HDP û AKPê jî li ser “kurdiniyê” devojenî hev bûn.

Îro li Parlamentoya Tirkiyê, pêşniyara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya hesibandina ziyan û zirarên ku ji ber şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê gihîştiye welatiyan, hat gotûbêjkirin.

Piştî ku parlamenterên HDPê û yên din li ser pêşniyarê nêrîn, rexne û şiroveyên xwe anîn ziman, pêşniyar ket dengdanê lê nehat pesendkirin.

Ji aliyekî din, di kevana wê pêşniyarê de, di navbera parlamenterê HDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û parlamenterê AKPê yê Meletiyê Nûredîn Yaşar de şerekî sosret derket.

Nûredîn Yaşar rexne li gotinên Îbrahîm Ayhan ên derheqê aloziyên Bakur û xendeqan girtibû û Ayhan bi cihêxwaziyê tohmetbar kiribû.

Li ser vê yekê, Ayhan jî daxwaza xweparastinê kiribû û di bersiva Nûredîn Yaşar de gotibû, min tiştekî wisa negot, min tenê got kurd neçar dimînin li hember siyaseta şer rêyên din hilbijêrin.

Parlamenterê kurd ê AKPê Nûredîn Yaşar ji ber vê yekê hêrs bû û ji Ayhan re got: Tu kî yî?

Ayhan jî bersiva wî da û got: Ez kesekî kurd im. Ez wek kurdekî ne mecbûr im vê siyasetê qebûl bikim…

Nûredîn Yaşar dîsa hêrs bû, tiliya xwe dirêjî Ayhan kir û got: Tu kî yî?! Ez kurd im ez!

Parlamenterên jin ên HDPê jî pişta Ayhan girtin û ji Yaşar re gotin: Tiliya xwe daxîne! Tu kî yî?! 

Devojeniya parlamenterên HDP û AKPê li ser kurdiniyê dom kir, alozî derket ji ber wê jî wekîla Serokê Parlamentoyê û parlamentera HDPê Pervîn Bûldan navberek da civîna parlamentoyê. 


Parlamentoya Tirkiyê - Aloziya kurdbûnê