Fîdan: Sûriye ji bo hevdîtinê ne amade ye
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê egera hevdîtina Erdogan û Esed got, “Pêşniyareke girîng a Serokkomarê me çêbû lê aliyê Sûriyeyê bi taybetî vê demê ji bo nirxandina mijarên diyar ne amade ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Enqerê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hakan Fîdan li ser pirsa “Gelo Erdogan dê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hevdîtinê bike?” got:
“Pêşniyareke girîng a Serokkomarê me çêbû lê aliyê Sûriyeyê bi taybetî vê demê ji bo nirxandina mijarên diyar ne amade ye. Her wiha Sûriye ne amade ye bi mixalefeta xwe re jî hevdîtinê bike.”
Fîdan her wiha got, “Sûriye dema ji |Tirkiyeyê re dibêje, ‘Em li hev bikin û ti bi min bawer be, ez dê bi terorê re têkoşîm û tu jî ji nav sînorên min derkeve’ ev tê wateya ku di rastiyê de tiştekî wiha nabe.
Dema em ne li wê derê bin, mirovên li wê derê dijîn dê weki koçber bên welatê me.
Dema rejima Şamê bi ser hinek grupan de biçe tê wateya ku zêdetir koçberî û ne aramî çêbibe.”