ENQERE - Karkerên santrala elektrîkê li bin erdê di grevê de ne

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Grev Santrala Elektrîkê Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nallihanê ya Enqereyê ya Tirkiyeyê karkerên kana komirê grevê dikin.

Ji 20ê mehê ve di jêrzemîna kana komirê de wan dest bi grevê kiriye.

Hejmara karkeran Santrala Termîk a Çayirhanê ya berhemanîna elektrîkê ku di grevê de nêzîkî 500 kesî ye.

Sedema grevê jî ew e ku ew naxwazin santral bi sektora taybet were firotin.

Serokê Sendîkaya Karkerên Kanzayan a Tirkiyeyê Nurettîn Akçul anî ziman:

“Rewşeke gelekî nemirovî heye.

Tiştê ku hevalên me hêrs kir jî ev bû.

Herî dawî dema bersiveke erênî nehat em û hevalên xwe ketin jêrzemînê.

Têkoşîna me dê berdewam bike û em paş de gav navêjin.”

“Em tenê li pey nanê xwe ne”

Radestkirina santralê ji dewletê ji bo sektora taybet berî meh û nîvekê hat rojevê.

Di madeyeke peymana wê de tê gotin ku dema santral ket îhaleyê piştî wê bi 4 mehan divê karker ji lojmanên wê yên niştecihbûnê derkevin.

Vê pêngavê karkerên kanzayan ên santralê dilgiran kiriye ku di siberojê de hem bê kar û hem jî bê mal bimînin.

Karker Osman Kazan jî got:

“Bi kurtî em li pey nanê xwe ne.

Em dê li gel hevalên xwe heta dawiyê li ber xwe bidin.

Em ji mezinên xwe dixwazin çareseriyekê ji bo vê mijarê bibînin.

Ji ber ku em tenê li pey nanê xwe ne.”

Santrala Termîk a Çayirhanê sala 1978an dest bi kar kiriye û salane ji enerjiya komirê 5 milyar kîlowatt elektrîkê berhem tîne.

Li santralê hezar û 300 karker di bin erdê de û 800 karker jî li ser erdê bi giştî 2 hezar 100 karker dixebitin.

Karker li ser çalakiya xwe bi biryar in û dibêjin eger pêwîst bike ew dê ji bo mafên xwe dest bi greva birçîbûnê jî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst