Ozgur Ozel, destê Pervîn Chakarê maç kiribû: Daxuyanî da

23-11-2023
Nîşan Ozgur Ozel Pervîn Chakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozelê ku destê Pervîn Chakarê maç kiribû bersiv da rexneyan.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, destê Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê maç kiribû.

Ozgur Ozel piştî vê yekê rastî gelek rexne û heqaretên neteweperestên Tirk hat.

 Ozel di hevpeyvîna xwe bi rojmaneya Cumhuriyetê de bersiv da rexneyan û got:

“Min li konsera Pervîn Chakarê re jî temeşe kir û min kulîlk danê. Dema ku tu kulîlkekê bidî hunermedekê divê tu rêzê lê bigirî, min jî ev kir.

Ez qet ne poşman im. Pervîn Xanim yek ji wan hunermendan e ku herî zêde derdikevin TRT Kurdiyê.

Eger Devlet Beg (Behçelî) ji vê aciz e bila ji Tayyîp Beg (Erdogan) vê bipirse: ‘Pervîn Xanim çima derdikeve TRT Kurdiyê?’

Erdogan jî carinan dibêje Kurdistana Îraqê. Diyar e ku Pervîn Xanimê ew îfade ji ji bo dewleteke Kurdan a li Tirkiyeyê gotine.

Min destê wê hunermenda serkeftî ya ku gelê Kurd pê serbilind e wekî nîşandana rêzgirtina xwe maç kir. Ti poşmaniya min nîne.”

Çi bûbû?

Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê, 19ê vê mehê li Stenbolê konserek dabû.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî beşdarî vê konserê bûbû û destê Pervîn Chakarê maç kiribû.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji di nav wan de gelek kesan ew bi dijwarî rexne kiribû.

Devlet Bahçelî gotibû, “Destê yeke ku behsa Kurdistanê dike û Tirkiyeyê wekî dagirker bi nav dike maç kiriye. Ev şerm û rezîltî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst