Zilamê 72 salî 5 cîranên xwe kuştin, 2 ji wan zarok in

Hewlêr (Rûdaw) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê zilamekî 72 salî 5 cîranên xwe yên ji heman malbatê kuştin ku 2 ji wan zarok in.

Li gorî agahiyan, li navçeya Sîncanê li Taxa Mustafa Kemalê di navbera cîranên ku li heman avahiyê dijîn de ji ber qerebalixê nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû T. Uyê 72 salî; B.T. (71), H.T. (41), S.T. (40), M.T. (13) û C.T. (11) kuştin.

Piştî ku cîranên wan agahî da, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

B.T, H.T, M.T. û C.T. li cihê bûyerê mirin, S.T. jî li nexweşxaneyê mir.

Şikbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Hat zanîn ku carinan ji ber qerebalixê di navbera her du aliyan de nîqaş derdiket.