Interpol li Stenbolê dicive

23-11-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartina Interpolê Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Stenbolê yê Tirkiyê mazûvaniya civîna hilbijartinên Interpolê dike. Civîn dê îro dest pê bike û heta 25ê mehê berdewam be. Tê çaverêkirin ku hilbijartineke zehmet be, ji ber ku yek ji berbijêrên serokatiya wê rêxistinê cihê nerazîbûna gelek aliyan e.

Herwiha tê gotin ku dê gotûbêjeke zêde li ser Tirkiyê jî bê kirin, ji ber hikûmeta Tirkiyê bo girtina dijberên xwe yên li derve Interpolê bi awayekî xirab bikar tîne.

Berbijêrekî serokatiya Interpolê, Generalê Îmaratî Ahmed Nasır el-Reîsî ye ku sala 2015an li welatê xwe Mufettişê Wezareta Navxwe bû û bi îşkence û tevgera xirab tê tohmetbarkirin.

2 kesên ku dibêjin ew di navbera salên 2018 û 2019an de bi awayekî kêfî hatine girtin û rûbirûyê îşkenceyê bûne, Matthew Hedges û Ali Ahmad ligel parêzerên xwe li Stenbolê civîneke çapemeniyê sazkirin.

Herwiha, daxwaz heye ku di nav Interpolê de jî reform bên kirin. Berî hilbijartina serokatiya Interpolê, 45 rêxistinên civaka sivîl û 19 çalakvanên mafên mirovan ên naskirî bangeke wiha kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst