Soylu: Interpol daxwazên me ên bultena sor qebûl nake

23-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civîna Interpolê de got: “Mixabin Interpol daxwazên me ên bultena sor qebul nake. Hemû serlêdanên me red kirine.”

89emîn Civîna Encûmena  Giştî a Sazmana Navndewletî ya Polîsan (Interpol) îro 23ê Mijdara 2021an  li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat kirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di cîvînê de pirsên rojnamevanan bersivandin.

Suleyman Soylu amaje bi wê kir ku Interpol daxwazên wan ên Bultena Sor bicih nayîne û got: “Hemû serlêdanên me red kirine.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Wek mînak  di navbera salên 1996an û 2016an de, 100 serlêdanên me ên bultena sor hatine redkirin. Lê di 5 salên piştî 2016an de 982 daxwazên me ên bultena sor hatine redkirin. Di demekê de ku ku di navbera salên 2010 û 2016an de 20 bultenên sor hatine hilweşandin, lê di 5 salên piştî 2016an de 374 bultenên sor hatine hilweşandin. Ev yek di warê parvekirina tecrubeyê  û hevkariya di ewlehiya cîhanî  de  hêviyê nade.”

Ev gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu ên derbarê Interpolê di demkê de ne   Tirkiye bi taybet piştî hewla darbeya biserneketî a di 15ê Temmuza  2016an de, ji bo radestkirina hejmareke endamên Cimeata Fetullah Gulen, bi îdiaya ku hewla wê derbeyê dane, bêhtir daxwazan  ji  wê saziyê dike.   

Interpol (Sazmana Polîsan a Navdewletî) saziyeke navdeweletî ye ku di sala 1923an ji bo rûbrûbûna tawanan û  hevkariya polîsên cîhanê hatiye damezrandin. Niha 190 welat endamên wê saziyê ne.  Dema tawanbarek ji welatekî ji ber tawanê biçe welatekî din, welatên endamên Interpolê dikarin bi rêya vê saziyê daxwaza radestkirina wî tawanbarî ji wî welatî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst