Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin: Îsal 269 jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor daneyên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, îsal li Tirkiyê 269 jin hatine kuştin, 152 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Jinan û Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin bi helkefta Roja 25ê Mijdarê ya Têkoşîna Navnetewî ya Tundiya li ser Jinê, li bajarên wek Stenbul, Enqere, Edene, Balikesir, Samsun ve Rize çalakî saz kirin û bal kişandin ser kuştina jinan.

Di çalakiyan de pankartên bi dirûşmên wek “Ji bo rewestandina tundî, bêcezayî, Kuştin û mirinên bi guman yên jinan em dê Peymana Stenbolê pêkbînin” hatibû bilindkirin û çalakvanên wek Helin Palandoken, Aysun Yildirim, Feride Genç, Ayten Adigüzel, Deniz Aktaş, Fatma Şengul, Selda Karaçelik, Kadriye Ecim, Ceyda Yuksel ve Miray Yilmaz xizmên jinên hatibûn kuştin jî di çalakiyê de beşdar bûn.

Li bajarê Stenbulê daxuyaniyeke hevbeş li ser navê Meclîsa Jinan û Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin ji aliyê Eda Yayla ve hat xwandin. Eda Yayla got, “Ji bo rewestandina şîdet, bêcezayî, Kuştin û mirinên bi guman yên jinan em ê Peymana Stenbolê pêkbînin.”

Yayla, bal kişand ser êrîşeên ku jinan dikin armanc û di daxuyaniya xwe de cih da van  gotinan:

“Îsal 269 jin hatin kuştin. 152 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Pınar, Melek, Emine, Fatma, Ozlem, Esma... gelek yên nave wan nehatiye gotin ne bi pandemî an erdhejê bi êîdeta mêran hatine kuştin. Di rojeke de 4 jin hatin kuştin. Ger Peymana Stenbole bi cih bihata dê her yek ji wan li jiyanê bûna.

Li vî welatî  jin her roj tekoşîna jiyanê didin. Jin dixwazin bên parastin. Dengên xwe li ser medya civakî radigihînin. Her roj diçin qereqolan biryarên parastin û dûrxistinê werdigrin. Ji bo edaletê her roj diçin ber deriye dadgehan. Lê wan biryarên ku tên  wergirtin baş bi cih nayînin. Jin li ber wan dadgehên ku li edaletê digerin tên kuştinê. Jin tên kuştin lê serê bi qeza û xwekûştîne têgirtin. Xizmê jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane, bi ser hemû gumanan de diçin. Bi awayekî zanistî û bi têkoşîn edaletê Ji bo rastî  derên rastê em têkoşîn dikin.

Biker dibêjin çi, dibêjin min kir, ez dê dîsa bikim; ji xwe çewa be jî ez ceza wernagrim. Mêrê ku tundiyê li ser jinekê dike ji ber ku ceza nastîne diçe jinek din dikuje. Êdî jin bi îskencê rastî tundiyê tên, bi zarokên xwe re tên kuştin. Em baş dizanin biker vê cesaretê ji kuderê distînin. Ji yên berpirsyariyên xwe bi cih nayînin werdigrin. Yên erkên xwe bi cih nayînin li dijî wan doz venekirin, Ji yên ku edaletê ji jinan re peyda nakin werdigrin. Ew ji yên ku qanûnan bi cih nayînin, yên ku mekanîzmayan naxebitin û yên ku îradeya siyasî nîşan nadin digirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Eda Yilmaz got, “Jin ji ber ku Peymana Stenbolê ya hejmar 6284 bi cih nehatiye tên kuştin. Êrîşa ser rêyên çareseriyê ji bo ku tên nîqaşkirin li ser jiyana jinan dibin mal. Lê me ji bo Peymana Stenbolê ya ku jinan zindî dihêle qad tijî kirine. Me got Peymana Stenbole dide jiyandin, me êrîş paşxistin. Niha jî ji bo rawestandina kuştina jinan, tundiyê, bêcezayî, mirinên bi guman: Em dê Peymana Stenbolê pêk bînin.”

Yayla ragihand, “Wek Meclîsa Jinan û Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, bi hezaran, bi milyonan jinên ku qet hevdu nasnakin, em ê di cîhanek wekhev û azad ku tê de hemû jin ji şîdetê û mêtîngeriyê xelas bûyî ava bikin.”