DEM Partiyê li ser teqîna Enqereyê daxuyanî da: 'Şermezar dikim!'

23-10-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Erişa li Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî êrişa çekdarî ya li Enqereyê şermezar kir.

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê êrişa çekdarî ya li Enqereyê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Sezaî Temellî diyar kir ku “dema wê watedar e” û anî ziman:

“Em gelekî xemgîn in. Dîsa însanên me mirin. Ez ji bo kesên mirî rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.

Divê ev bûyer di çarçoveya wê bûyerê de neyê nirxandin.

Ev çend hefte ne li vî welatî nîqaşeke pir girîng tê meşandin.

Beşek pir girîng a vê yekê dibe bersiva hêviyên civaka Tirkiyeyê.

Di demeke ku civaka Tirkiyeyê dixwaze ji vî şerî û mirinan rizgar bibe de, em li rastî bûyereke wiha tên.

Dema wê watedar e. Provokasyon ji her aliyê ve diyar e. Ji ber vê yekê divê em bi berxwedaniya bi israr bersivê bidin hêviyên civakê yên aştiyê.

Her gava ku em dereng bavêjin berdêla jiyana qurbaniyan e. Ez vê bûyerê careke din şermezar dikim.”

Wezîrê Karên Navwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku kuştî û birîndar hene.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser êrişa çekdarî û teqînan daxuyaniyek da.

Yerlîkaya ragihand ku êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin û kuştî û birîndar hene.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser bûyerê got:

“Êrişeke terorî li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.

Mixabin di encama êrişê de şehîd û birîndarên me hene.

Raya giştî dê ji bûyerê were agahdarkirin.

Daxuyaniyên çavkaniyên fermî esas bigirin.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ragihand ku wan li ser êrişê lêpirsîn daye destpêkirin.

Piştî bihîstina dengê teqînan hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Biryara qedexeya weşanê

Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn diyar kir ku li ser êrişê qedexeya weşanê hatiye ragihandin.

Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn got:

“Piştî êrişa terorî ya li tesîsên Kahramankazanê yên TUSAŞê ji aliyê dadgehê ve biryara qedexekirina weşanê hat dayîn.

Di medyaya me de ji bilî daxuyaniyên rayedarên fermî agahî û dîmenên ku nehatine piştrastkirin, bi taybetî jî yên medyaya civakî hene.

Pêwist e, weşanên ku terorîzmê teşwîq dikin demildest rawestin.

Piştî raporên pisporên me yên şopandinê, dê cezayên herî giran li kesên ku li gorî qedexeya weşanê tevnagerin, werin sepandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst