Li Enqereyê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene!
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê dengê guleyan û teqînan hat bihîstin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku kuştî û birîndar hene.
Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser êrişa çekdarî û teqînan daxuyaniyek da.
Yerlîkaya ragihand ku êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin û kuştî û birîndar hene.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser bûyerê got:
“Êrişeke terorî li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.
Mixabin di encama êrişê de şehîd û birîndarên me hene.
Raya giştî dê ji bûyerê were agahdarkirin.
Daxuyaniyên çavkaniyên fermî esas bigirin.”
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ragihand ku wan li ser êrişê lêpirsîn daye destpêkirin.
Piştî bihîstina dengê teqînan hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Biryara qedexeya weşanê
Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn diyar kir ku li ser êrişê qedexeya weşanê hatiye ragihandin.
Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn got:
“Piştî êrişa terorî ya li tesîsên Kahramankazanê yên TUSAŞê ji aliyê dadgehê ve biryara qedexekirina weşanê hat dayîn.
Di medyaya me de ji bilî daxuyaniyên rayedarên fermî agahî û dîmenên ku nehatine piştrastkirin, bi taybetî jî yên medyaya civakî hene.
Pêwist e, weşanên ku terorîzmê teşwîq dikin demildest rawestin.
Piştî raporên pisporên me yên şopandinê, dê cezayên herî giran li kesên ku li gorî qedexeya weşanê tevnagerin, werin sepandin.”
🔴 #BILEZ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 23, 2024
Li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) a Enqereyê piştî êrişa çekdarî dengê teqînekê hat#Ankara pic.twitter.com/9YM2o0lOw4