Yekem car jinek wek Seroka Baroya Stenbolê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Filiz Saraç wek seroka nû ya Baroya Stenbolê hat hilbijartin. Bi hilbijartina Filiz Saraç, di dîroka Baroya Stenbolê ya 144 salan de yekem car jinek wek serok hat hilbijartin.

Hilbijartinên Baroya Stenbolê ku baroya herî mezin a Tirkiyê ye û nêzîkî 55 hezar û 782 parêzer endamê wê ne, îro 23ê Cotmehê 2022an li Hola Kongreyê ya Haliçê birêve çû.

Di Kongreya Baroya Stenbolê de 4 jê jin 5 mêr bi tevahî 9 kes ji bo serokatiya Baroyê berbijêr bûn. Filiz Saraç berbijêrê Koma Parêzerên Hevdem ên Destpêkê Prensîbê bû, Hasan Kiliç berbijêrê Tevgera Bilindbûnê ya Koma Parêzerên Hevdem ên Destpêkê Prensîbê bû, Gokhan Ari berbijêrê Koma Mafên Parêzeran bû, Hakan Çatak berbijêrê Koma Parêzerên Netewperwer ên Stenbol bû, Gulden Sonmez berbijêrê Koma Parêzerên Serbixwe bû, Elif Gorgulu Koma Destpêkê Parêzer bû, Turkan Kara berbijêrê Koma Tevgera Hiqûqa Ciwan bû, Metin Uracin berbijêrê Yekitiya Parêzerên Stenbolê bû û Mert Er Gulle jî berbijêrê serbixwe bû.

Di hilbijartinan de heta demjimêr 5ê êvarî nêzîkî 15 hezar parêzeran deng da û piştî demjimêr 5 dest bi hejmartina dengan hat kirin. Di encama hilbijartinê de Filiz Saraç piraniya dengan wergirt û wek yekemîn seroka jin a Baroya Stenbolê hat hilbijartin. Hasan Kiliç di rêza duyemîn de cih girt.

Baroya Stenbolê 5ê Nîsana 1878an hatiye damezrandin.