Di kongreya Baroya Îzmîrê de ji ber dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” alozî derket

23-10-2022
RÛDAW
Nîşan Jin Jiyan Azadî Baroya Îzmirê Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê îro 23ê Cotmehê di kongreya Baroyê de ji ber dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” alozî derketin.

Li Îzmir a Tirkiyê îro kongreya Baroyê hat lidarxistin lê di kongreyê de ji ber ku parêzer Aryen Turan di axaftina xwe de Denîz Poyraz û Jîna Emînî bibîranîn û di dawiya axavtina xwe de bi Kurdî got “Jin, Jiyan, Azadî alozî derketin.

Hemû saziyên ku beşdarî kongereyê bûne gotarên xwe pêşkêş kirin. Li ser navê Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê Parêzer Aryen Turan axivî û di axaftina xwe de Denîz Poyraz û Jîna Emînî bibîranîn û di dawiya axavtina xwe de bi Kurdî got “Jin, Jiyan, Azadî”. Li ser vê yekê gelek kesên di hola kongreyê de bûn nerazîbûn nîşan dan û bi gotin û fîzîkî xwestin êrîşî wê bikin û li ser vê yekê alozî derket.

Parêzer Aryen Turan di gotara xwe got, “Ez hevala me Denîz Poyraz û Jîna Emînî ya ku li Îranê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest da bi rêzdarî bi bîr tînim. Em soz didin em dê heta hetayê li xeyalên wan yên azadiyê xwedî derkevin. Bi taybet li dijî vê sîstema desthilata kapitalîst a ku jina dike armanc em bi dengekî bilind dibêjin “Jin, Jiyan, Azadî”.

Piştî gotinên parêzer Aryen Turan hinek kesên ku di salona kongreyê de rûniştibû ber bi kursiyê ve meşiyan û xwestin êrîşî Turan bikin û ew bi piştgiriya terorê tohmetbar kirin.

Di derbarê vê bûyerê de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê şaxê Îzmêrê daxuyaniyek da û got, “Di kongreya giştî ya Baroya Îzmîrê ya hatî lidarxistin de li ser navê komeleya me Parêzer Aryen Turan axivî. Di dema diaxivî de komekê heqaret lê kirin, gef lê xwarin û xwestin axaftina wê bibirin. Di dawiya axaftina xwe de ji ber slogana Jin, Jiyan, Azadî got heman komê xwestin êrîşî vê parêzerê bikin û lê bidin. Ferqa van kesên ku tehemûla dirûşma Jin Jiyan Azadî nakin, ferqa wan û rejîma Mola ya Îranî tune ye lê em ê li dijî vê hişmendiya faşîstane tekoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst