Ipsos: Li Tirkiyê %70 malbat nikarin xerciyên perwerdeya zarokên xwe dabîn bikin

23-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Xerciyên Perwerdehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna dawî ya Ipsosê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê %70ê malbatan di dabînkirina xerciya perwerdeya zarokên xwe de gelekî zehmetiyan dikşînin û tenê %6ê malbatan bi awayekî asan vê xerciyê dabîn dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel bilindbûna nirxê kelûpelan malbat di dabînkirina pêwîstiyên xwendina zarokên xwe de jî rûbirûyê zehmetiyan dibin ku li gor amarên fermî di nav salekê de nirxên van pêwîstiyan zêdeyî %100 bilind bûye.

Ji ber vê  jî malbat ji pêwîstiyên xwe yên din kêm dikin daku bikaribin xerciyên xwendinê dabîn bikin. Li gor lêkolîna Ipsosê %70ê malbatan gotine îsal di dabînkirina xerciyên xwendina zarokên xwe de gelekî rûbirûyê zehmetiyan bûne û %24 jî gotine zehmetî kişandine. Tenê %6 gotine bêyî ku rûbirûyê zehmetiyan bibin pêwîstiyên zarokên xwe dabîn kirine.

Li gor rapirsiyê malbatan bo dabînkirina pêwîstiyên zarokên xwe hejmarek xercî kêm kirine:

Elektrîk û gaza xwezayî %23

Li derve xwarin-vexwarin %64

Cil û berg %62

Ji derve xwestina xwarinê %53

Sînema-Şano %50

Xerciya paqijiya şexsî %46

Xwarin-Xwarinpêj %43

Kelûpelên paqijiyê %28

Telefon-ragihandin %25

Veguhestin %24

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst