Cemal Engînyurt: Bi gotinên xwe yên ‘ev ne Kurd e, ew ne Kurd e’ cudakariyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat û parlamentarê Orduyê Cemal Enginyurt, bertek nîşanî gotinên Erdogan ya ku gotibû “Demîrtaş ne Kurd e” da û got, “Bi gotinên xwe yên ev ne Kurde, ew ne Kurde cudakariyê dike.”

Piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya Amedê de di 23ê Cotmehê de gotibû, “Ew ê di Girtîgeha Edîrneyê de ye ne Kurd e, Kurdan bi kar tîne û kedxwariyê dike.” karvedan li pey xwe anîn.

Gotinên Erdogan bûn sedema nerazîbûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat û parlamentarê Orduyê Cemal Enginyurt û li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva wî da û got, “Heval! Ev zilam parçebûnê çêdike. Bi gotinên xwe yên ev ne Kurd e, ew ne Kurd e cûdakariyê dike. Li Amedê zindana herî mezin vedike, ji birçîbûn û feqîriyê re nabe çare. Ez jî dipirsim, hûn çima Tirk û Kurdan ji hev cuda dikin? Trol dinivîse tu jî? Belê ez jî, ez dibêjim bi gotina Kurd û Tirk ji hev parçe neke.”

Her wiha li ser medya civakî jî gelek kesan nerazîbûn nîşanî van gotinên Erdogan yên di derbarê Demirtaş de kirîn dan.