MetroPOLL: Dengên HDPê dê serokomarê bê yê Tirkiyê diyar bike

23-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda lêkolînê ya MetroPOLLê li 28 parêzgehan di derbarê berbijêrê serokomariyê de rapirsiyek kiriye, li gorî encamên derketîne, helwesta HDPê dê serokomarê Tirkiyê yê bê diyar bike.

Li gorî lêkolînên MetroPOLLê, eger niha hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê bên kirin di gera yekem de rêjeya dengên Erdogan %42,1, ya Tifaqa Millet %39,4 e. Rêjeya dengên berbijêrê HDPê %12,4 e û li gorî vê yekê dê sekna HDPê serokomarê Tirkiyê yê bê diyar bike.

Rêveber û Damezrênerê Navenda Lêkolînê ya MetroPOLL Ozer Cancar ragihand ku wan di 17-20ê Îlonê de li 28 parêzgehan bi 1119 kesan re li ser senaryoya hilbijartina Serokomariyê rapirsiyek pêkanîne.

Ozer Cancar encamên vê rapirsiyê belav kirin.

Wan pirsîye "Eger di gera yekem ya hilbijartinên serokomariyê de; Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Mansur Yavaş û berbijêrê HDPê rikeber bin hûn dê dengê xwe bidin kê? Li gorî encamê kilîl di destê HDPê deye. Li gorî encamên rapirsiyê dengên Kiliçdaroglu yên Yavaş derbas dike, dengên kesê bêbiryar jî kêmbûne.

Li gorî rapirsiyê eger di gera yekem de Erdogan, Kiliçdaroglu, Yavaş û berbijêrê HDPê biçin hilbijartinê encamên dengan bi vî awayîne:

Erdogan %42,1

Kiliçdaroglu % 22,5

Yavaş %16,9

Berbijêrê HDPê %12,4

Kesên bê biryar %2,3

Dengên baykot dikin %2

Nêrîn û bersiva min tune %1,9

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst