Çavuşoglu: Rêkevtin Qamişlo li xwe nagire

23-10-2019
Nîşan Çarenivîsa Rojava Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye, li derveyî rêkeftina bi Rûsyayê re dimîne. Derbarê sedema wê yekê de, Çavuşoglu ragihand, ji bo ku hêzên Tirkiyê û rejîma Sûriyê rastî hev neyên û şer çê nebe, bajarê Qamişlo ji rêkeftinê hatiye derxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu  beşdarî bernaeya ajansa fermî ya wî welatî bi navê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê” bû û derbarê ê rojevê de axivî.

Mevlut Çavuşoglu rêkevtinên ku Tirkiyê di mijara Rojvayê Kurdistanê û Sûriyeyê de bi Amerîka û Rûsyayê re kirine wek serkeftineke siyasî ya dîrokê pênase kir û got: “Herdu dewletên mezin ên cîhanê, Amerîka û Rûsyayê rewatiya operasyona Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê qebûl kirine.”

Derbarê dewriyên Tirkiye û Rûsya yên hevbeş de Çavuşoglu diyar kir ku li rojhilatê Feratê ew dewriyê navendên bajaran li xwe nagire, lê dema ku pêwîst bê dîtin, Tirkiye û Rûsya dê biryarê li ser bidin.

Çavuşoglu dibêje YPG dê bi kûrahiya 30 kîlometreyan ku Qamişlo jî lixwe digire ji sînorê Tirkiyê dûr bikeve.

Bi gotina Çavuşoglu, divê YPG di dema diyarkirî de ji tevahiya sînor vekişe, ya na Tirkiye dê êrîşî wan bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Putin ji wan re gotiye ku ew dê ji YPGê re bibêjin eger hûn ji navçeyên bakurê Sûriyê ku rêkeftin li ser hatiye kirin, paşde venekişin, dê bi tena serê xwe rûbirûyê êrîşên artêşa Tirkiyê bibin.

Ev yek di demekê de ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdtineke dûr û dirêj li gel Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîşte rêkeftinekê.

Rêkeftina navbera herdu aliyan ji 10 xalan pêk tê, ku li gor rêkeftinê divê di nava 150 saetan de çekdarên Kurd ên YPG û YPJ tevî çekên xwe bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bikevin.

Piştî vekişîna hêzên Kurdî, dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê bi kûrahiya 10 kîlometran li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bigerin, lê belê ev yek bajarê Qamişlo li xwe nagire.

Herwiha hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînor ê Sûriyê dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.

Piştî wê rêkeftinê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, ku operasyona xwe radiwestîne û êdî pêwîstî bi berdewamkirina operasyonê li bakurê Sûriyê nemaye.

Li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê dê di kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî de bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst