Di doza Geziyê de 244 kes hatin cezakirin

Stenbol (Rûdaw) – Di doza Parka Geziyê de ji 255 bertawanan 244 kes sûcdar hatin dîtin û cezayê wan ji 2 mehan û15 rojan heta salekê û 2 meh û 16 rojan hat diyarkirin.

 

Di doza Parka Geziyê de ji 255 bertawanan ku ji wan 7 kes biyanî ne, 244 kes hatin girtin û 7 tawanbar jî serbest hatin berdan.

 

Li gor biryara dadgehê ew kesên hatin girtin, dê bi ji 2 mehan û15 rojan heta ji saleke û 2 meh û 16 rojan werin cezakirin.

 

Çalakiyên Parka Geziyê di navbera 1ê Hezîran û 4ê Tebaxa 2013an de rû dabû.

 

Polîsên Tirkiyeyê bi tundî destewardana xwepêşanda kiribû di encamê de çend kes hatibûn kuştin bi sedan birîndar bibûn û bi hezaran kes ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê hatibûn girtin.