Gelo bi rastî penaberên Sûriyeyê di şert û mercên baş de dijîn?

23-09-2024
Omer Sonmez
Penaberên ku di pîşesaziya otomobîlan de dixebitin / Wêne: Rûdaw
Penaberên ku di pîşesaziya otomobîlan de dixebitin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Penaberên Sûriyeyê Karker
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li gorî nêrîna piraniya civak û mixalefeta li Tirkiyeyê, penaberên Sûriyeyê di şertên baş de dijîn û dixebitin û her meh dewlet alîkarî dide wan lê rastî ne wisa ye.

Li Tirkiyeyê pirsgirêka penaberên Sûriyeyê her di rojeva wî welatî de ye.

Li gorî amaran, li Tirkiyeyê derdora 1 milyon penaberên Sûriyeyî dixebitin lê ji wan nêzikî 100 hezar kes xwedî destûra kar in.

Lê belê piraniya penaberan di karên giran de dixebitin û di şert û mercên zehmet de dijîn.

Ehmed Ebu Hayleyê 23 salî, penaberekî ji Şama paytexta Sûriyeyê ye û ev 10 sal in li Stenbolê dijî.

Ehmed li pîşesaziya Stenbolê li dikaneke tamîra otomobîlan kar dike.

Ehmed ji neçarî dev ji xwendina dibistanê berdaye û di hefteyê de 6 rojan ji bo debara malbata xwe ya li Şamê bike karên giran dike.

"Ji bo ez alîkariyê bidim malbata xwe ez vî karî dikim"

Ehmed Ebu Hayle got, "Ez beriya 10 salan hatim Tirkiyeyê.

Min heta pola 4an dibistan xwend lê pişt re min dev jê berda.

Ji bo ez alîkariyê bidim malbata xwe ez vî karî dikim. Lewra birayên min niha li leşker in.

Ez niha bi birayekî xwe re li vir dixebitim. Ez her meh pere ji malbata xwe re dişînim."

"Tenê 108 hezar û 250 kes xwedî destûra kar in"

Li gorî amarên li ber dest, li Tirkiyeyê derdora 1 milyon penaberên Sûriyeyê dixebitin.

Lê ji wan tenê 108 hezar û 250 kes xwedî destûra kar in.

Lewra penaber bi xwe nikarin serî li destûra kar bidin ancax xwediyê kar dikare ji bo serî li destûra kar bide.

"Mesref zêde ne û em tenê dikarin debara xwe bikin"

Adil Osê zehmetiya karê xwe wiha anî ziman:

"Ez 20 salî me, ji Helebê me. Ez li vir karê çêkirina çenteyên jinan dikim.

Karê me giran e. Ez di hefteyê de 5 roj û nîv, rojane 12 saet dixebitim.

Mesref zêde ne, ji loma em ancax dikarin debara xwe bikin."

Penaberê Misirî Mehmûd Nebriyye wiha axivî, "Ez 19 salî me û ji 10 saliya xwe ve dixebitim.

Bi rastî giran be jî ez ji vî karî hez dikim. Niha her tişt baş e. Ez vî karî baş hîn dibim."

Li gorî esnafên li pîşesaziya otomobîlan, ew êdî ji bo pîşesaziyê nikarin ciwanên Tirkiyeyê peyda bikin.

Ji loma jî piranî penaberên ji Sûriye û welatên din tên li ber destên wan dixebitin.

"Ciwanên Tirkiyeyê êdî diçin Ewropayê"

Esnafê pîşesaziyê otomobîlan Tahsin Takak got:

"Di vê demê de li Tirkiyeyê qelfa û çirax nayên peydakirin.

Miletên biyanî hene, xelkê Sûriye û Misirê hene ew tên cem me dixebitin.

Ciwanên Tirkiyeyê êdî diçin Ewropayê. Lewra ji bo wan ev der jiyaneke nexweş e."

Li gel ku piraniya penaberên Sûriyeyî ji bo debara xwe bikin û di şertên herî kêm de karibin bijîn di karên giran de dixebitin jî li gorî propaganda û gotegotên aliyên dijber ên penaberan, yek ji sedema krîz û bihabûna li Tirkiyeyê hebûna penaberan e lê rastî ne wisa ye.

Lewra piraniya penaberên Sûriyeyê, li Tirkiyeyê bêyî sîgorta di sektorên wekî pîşesazî, çandinî, tekstîl û xizmetê de di şertên giran de dixebitin û bi zor û zehmet debara xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst