Li Stenbolê 'Rojên Edebiyatê yên Sariyerê' hatin lidarxistin
Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê ‘Rojên Edebiyatê yên Sariyerê’ hatin sazkirin lê weşanxaneyên Kurdî tevlî vê pêşangehê nebûne.
11emîn Rojên Navneteweyî yê Edebiyatê yê Sariyerê, ji aliyê Şaredariya CHPê ya navçeya Sariyerê ve di navbera 18 û 22yê Îlonê de hatin lidarxistin.
Li bajarê Stenbolê, piştî pêşangeha pirtûkan a TUYAPê, yek ji pêşangehên pirtûkan ên herî berfireh û bi prestîj ‘Rojên Edebiyatê yên Sariyerê’ ye.
Wekî gelek pêşangehên pirtûkan, di vê fûarê de jî ti weşanxaneyên Kurdî cih negirtin. Li aliyê din, krîza aboriyê bandora xwe li ser vê pêşangeha pirtûkan jî kir.
Li gel ku eleqeya xwîneran zêde bû jî, ji ber bihabûnê kirîna pirtûkan li gorî salên borî kêm bû.
“Xelk nikarin bi hêsanî pirtûkan bistînin”
Koordinatorê Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Sariyerê Ozcan Aydin li ser pêşanggehê wiha got:
“Em îsal çalakiya xwe ya 11emîn li dar dixin. Sala borî me çalakiya xwe gihande asta navneteweyî. Em her sal bi pêş ve dibin.
Rewşa aborî ya Tirkiyeyê bandora xwe li vir jî dike. Lewra xelk nikarin bi hêsanî pirtûkan bistînin.”
Di pêşangehê de 32 weşanxaneyên Tirkî û 300 nivîskar beşdar bûn. Di rojên wêjeyê de çalakiyên cuda yên wekî konferans, gotûbêj û konser hatin lidarxistin.
Meyra Yurttaş jî nivîskar e û ew jî li ser eleqeya xwçneran wiha dibêje:
“Bi giştî ez eleqeya xwîneran a ji bo pirtûkan baş dibînim. Ez Pêşangeha Sariyerê diecibînim. Wisa xuya dike kj ev çalakî îsal bêhtir rengîn derbas dibe.”
Afiye Gumuşê jî xwînereke ku salane tê pêşangehê û wê dişopîne li ser pêşangehê wiha got:
“Her sal li vir çêdibe û ev sala min a pêncan e. Her sal bi rastî jî ez bo coşeke mezin li bendê dimînim.
Ji ber ku ez xwînera pirtûkan im. Ji bo bipêşxistina çanda giştî ez van pêşangehan pir baş dibînim.”
Vê pêşangehê bûtîk 4 rojan berdewam kir lê wekî gelek pêşangehên pirtûkan di vê çalakiyê de jî tu weşanxaneyên Kurdî cih negirtin.
Tenê nivîskarekî Kurd û çend pirtûkên Kurdî yên Mehmed Uzun tê de cih girtin.
“Nebûna weşanxaneyên Kurdî kêmasî ye”
Nivîskarê Kurd Ali Kaya jî li pêşangehê ye û li gorî gotina wî divabû weşanxaneyên Kurdî jî bihata pêşangehê.
Habibe Polatdagê jî li ser nebûna weşangerên Kurd giliyên xwe anîn ziman û wiha axivî:
“Çend milyon Kurd li Stenbolê dijîn. Lazim bû weşanxaneyên Kurdî jî li vir cih bigirtana. Li gorî min ev kêmasî ye.”
Gilî û gazinca weşanxane û xwîneran bihabûna pirtûkan bû. Lewra di heyama dawî de ji ber bihayê kaxizan, sektora weşangeriya Tirkiyeyê di nava krîzê de ye.
“Bihayê pirtûkan zêde ye”
Berpirsê Weşanxaneya SELê Îbrahim Oksuz jî li ser bihayên pirtûkan wiha got:
“Mirov dikarin pirtûkan ji gelek çalakiyên hunerî bêhtir tercîh bikin. Hîn jî kêfxweşiya erzan e lê bi rastî jî bihayê wan bilind in.
Em jî nikarin pêşiya wê bigirin. Mesrefên me pir zêde ne.“
Rojên Edebiyatê yên Sariyerê li peravên behra Stenbolê hatin sazkirin.
Krîza aboriyê bandora xwe li ser vê pêşaneha pirtûkan jî kir. Li gel ku eleqeya xwîneran zêde bû jî, ji ber bihabûnê kirîna pirtûkan li gorî salên borî kêm bû.