Li Bayburtê 2 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya PKKyê 2 kes hatin girtin.

Tîmên Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna ya li Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Bayburtê, bi armanca eşkerekirina çalakiyên “rêxistinên terorê” û girtina endamên wan rêxistinan xebitye.

Di çarçoveya wan xebatan de li parêzgehê, kesek bi îdiaya ku wêneyên wî bi rêvebirên PKKyê hebûne û kesek jî bi îdiaya ku li medyaya civakî propagandaya rêxistinê kiriye hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî wergirtina îfadeyan a li rêvebiriya ewlehiyê, her du kesên bi navên Y.Y. û S.Y. birin dadgehê.

Her du kes li dadgehê bi biryara dadwer hatin girtin.