Li Bursayê balafireke perwerdeyê ket: 2 pîlot mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Yenîşehîrê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê balafireke perwerdeyê ket û 2 pîlot mirin.

Parêzgariya Bursayê li ser ketina balafira perwerdeyê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê, balafira perwerdeyê ya dibistana taybet a firînê ku 2 kes tê de bûn ketiye xwarê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di qezayê de 2 pîlot mirine.

Derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.