Polîsan xwest gumanbarekî bigirin: Polîsek mir, 2 kes jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê dema polîsan xwest gumanbarekî desteser bikin alozî çêbû û di encamê de polîsek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê, şeva borî li navçeya Umraniyeyê tîman di çarçoveya girtinda kesekî de ku ji ber tawana “diziya motorsîkletan” lêgerîna wî hebûye operasyonek encam daye.

Her wiha di nava operasyonê de kesê gumanbar çeka polîs jê standiye û gule li derdorê reşandine.

Di encama aloziyê de 2 polîs û dayîka gumanbar birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û piştî midaxeleya destpêkê her 3 kesên birîndar birine nexweşxaneyê.

Tevî hemû midaxeleyan jî polîsa bi navê Şeyda Yilmaz miriye û dermankirina her du kesên din berdewam dike.

Hat ragihandin ku kesê gumanbar hatiye desteserkirin û dê ji tawanên “kuştina biqest û birîndarkirinê” were darizandin.