Li Stenbolê 13 kes hatin desteserkirin: Hincet MLKP ye

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê bi hinceta endamtiya Partiya Marksîst, Lenînîst Komunîst (MLKP) 13 kes desteser kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Wezaratê di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku van kesan li Rojavayê Kurdistanê “li kampên rêxistinê” perwerdeya sabotajê wergirtiye.

Li gorî daxuyaniyê, van kesan li Stenbolê xebatên MLKPyê meşandine û hinek kes tevlî rêxistinê kirine.

Ji ber van sedeman li Stenbolê derbarê 17 kesan de, li Îzmîrê jî derbarê kesekî de biryara girtinê hat dayîn.

Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de derket holê ku 4 ji wan kesan li derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn.

Hêzên ewlehiyê îşev bi ser gelek malan de girt û bi hinceta endamtiya MLKPyê 13 kes desteser kirin.