Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Em hişyariyê didin Bafil Talebanî

23-09-2023
RÛDAW
Nîşan Yaşar Guler Bafil Talebanî PKK Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê diyar kir ew li ser çalakiyên PKKyê bi berdewamî hişyariyê didin Bafil Talebanî.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê bersiva rojnameyeke Tirkiyeyê da.

Yaşar Guler destnîşan kir ku ew li ser çalakiyên PKKyê bi berdewamî hişyariyê didin Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got:

“Em ji Bafil Talebanî re dibêjin ji kerema xwe re pêwendiyên xwe yên bi rêxistinên terorê re qut bike.

Ev dê bi her awayî li dijî we be û wiha jî dibe.

Em hemû çalakiyên wan û tiştên ku dikin dişopînin. Em van tiştan bi dostên xwe yên Îraqî û PDKyî re parve dikin.

Em naxwazin zêde tund tevbigerin. Ev tişt gelek caran bi awayekî vekirî hatin gotin lê kesekî xwe rast nekir.

Me bi balafirxaneya wê derê re pêwendiya xwe bi temamî qut kir.

Ez hêvî dikim Bafil Talebanî rojekê pêş de piştgirî û hevkariya bi rêxistinên terorê re qut bike.

Em her tiştî dizanin dibînin, dizanin û dişopînin.”

“Em ji Sûriyeyê dernakevin”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser vekişîna leşkerên Tirkiyeyê yên ji axa Sûriyeyê jî got:

“Heta ewlehiya herêmê neyê dabînkirin em ji Sûriyeyê dernakevin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler anî ziman:

“Birêz Serokkomarê me di her civînê de dibêje; çavê me ne li axa kesekî ye. Pêwîstiya me bi axa kesekî nîne û em vê yekê bi zelalî dibêjin.

Niha li welatê me 4 milyon Sûriyeyî hene û li Îdlibê 5 milyon kes hene ku metirsiya koçberiya wan heye.

Di rewşeke wiha de eger bêjin ji vê derê derkevin, em dê çawa derkevin. Heta ewlehî neyê dabînkirin em dikarin ji wê derê derkevin?

Dibêjin bila Tirkiye ji wê derê derkeve. Tirkiye gotina bila Tirkiye ji wê derê derkeve, ji wê derê dernakeve.

Carekê pêwîst e rewş aram bibe. Rejîma Sûriyeyê neçar e ku destûrê qebûl bike û divê hilbijartin bên kirin.

Divê hikûmetek bê avakirin û hemû mirovên li wê derê hembêz bike. Bêguman piştî vê yekê em dê bi kêfxweşî derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst