Li Îzmîrê 354 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, 354 koçberên ku dixwestin di ser Deryaya Egeyê re biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Îzmîrê li Derya Egeyê di nav belemekê de 84 koçberên ku dixwestin biçin Yunanistanê û ji wê derê re derbasî welatên din ên Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Herwiha li navçeyên Seferihisar, Urla, Dîkîlî û Foçayê yên Îzmîrê 270 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Her 354 koçber piştî karên yasayî şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê.