Parêzgariya Bolu: Divê koçber li park û cihên giştî bi grûp negerin

23-09-2021
RÛDAW
Nîşan Walîtiya Bolu Koçber Tirkiye Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Boluyê ya Tirkiyê daxwaz ji koçberên niştecihê parêzgehê kiriye ku li park û cihên giştî bi grûp negerin, piştî demjimêr 9ê şevê di malên xwe de bimînin û bi rêya bikaranîna beharata zêde di nav xwarinê de cîranên xwe aciz nekin.

Li gor nûçeya Euronewsê Parêzgarê Boluyê Ahmet Umit di civînekê de ku bi beşdarbûna koçberên Iraqî, Sûrî, Efxan û Îranî yên niştecihê bajarê Boluyê hat kirin, daxwaz ji berşadvanên civînê kiriye ku çend xalan liber çav bigrin. Li gor daxuyaniyekê ku roja 22ê Îlona 2021ê ji aliyê Walîtiya Boluyê ve hatiye belavkirin, Parêzgar ligel “Nûnerên Mêvanên Biyanî” civînek saz kiriye û koçberên Iraqî, Sûrî, Efxan û Îranî yên niştecihên Boluyê di civînê de amade bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di civînê de behsa wan xalan hatiye kirin ku divê mêvanên biyanî li ber çav bigrin û ew xal bi rêya wêrgêr ji nûnerên mêvanên biyanî re hatine zelalkirin.”

Parêzgarê Boluyê di civînê de gotiye: “Bo berdewamiya keş û hewaya aram û asayîşa bajêr me lêkolîn li ser wan liv û tevger û kiryarên xelkê Tirk jê aciz dibin kiriye.”

Ew xalên hatiye daxwaz kirin liber çav bên girtin:

-Rêzgirtin li dab û nerêtên civaka Tirk,

-Bi xweguncandina ligel civakê tevger bê kirin,

-Li park, bexçe û meydanan ku cihên giştî ne bi grûp negerin,

-Di peyamên ser torên civakî de, ew amaje neyên bikaranîn ku dibin sedema têkdana yekîtî, bihevrebûn û şaş famkirinê,

-Gotûbêjnekirina mijarên siyasî û dûrketina ji tevlîheviyan,

-Dûrketina ji wan tevger û kiryaran ku dibin sedema nerazîbûna civakê,

-Bi taybetî dûrketina ji temaşekirina rasterast a jinan û bikaranîna gotin û tevgerên bêzarker,

-Mezinnekirina wan bûyerên di nav we de, di nav kesan de diqewimin,

-Dikandar navên Tirkî bo dikan û cihên xwe yên kar bikar bînin,

-Wergirtina vaksîna Covid-19,

-Beşdarbûna kursên fêrkirina zimanê Tirkî û kursên pîşeyî,

-Piştî demjimêr 21:00 eger rewşeke neçarî nebe, her kesek di mala xwe de bimîne,

-Dûrketina ji axaftina bi dengê bilind û gote gota ku kesên din bêzar bike,

-Guhdarînekirina mûzîkê bi dengê bilind, bi awayekî kesên derdorê nerehet neke,

-Liberçavgirtina paqijiya kesî û paqijiya jîngehê,

-Li beramber behayên exlaqî yên civaka me bi hestyarî tevbigerin,

-Di dema dîtina kesên ku asayîş û sektora giştî têk didin de, yekser ligel hêzên emnî bikevin peywendiyê,

-Li park, bexçe û cihên giştî bi grûp negerin,

-Ji xeynî wan zanyariyên di torên civakî de li ser hesabên fermî tên belavkirin, guhê xwe nedin zanyariyên din,

-Rê li wê yekê bê girtin ku ew bûyerên nerênî yên diqewimin, bibin sedema aloziya civakî,

-Dema li gor yasa tawanek tê kirin, divê bê zanîn ew tawan çi ne ku divê bên cezakirin û di wê rewşê de hevkariya hêzên ewlekariyê bê kirin,

-Nirxê Komara Tirkiyê bê zanîn ku stargeha mêvanan e û di mijara parastina berjewendiyên welatê me de bi hestyarî tevger bê kirin,

-Ji xeynî ala Tirkiyê, ti ala, amblem û sembolên din neyên bilindkirin,

-Bi rêya bikaranîna beharata zêde di nav xwarin û medbexan de cîran neyên bêzarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst