Parlementoya Tirkiyê dema pêkanîna operasyonên li Iraq û Sûriyê dirêj kir

Navenda Nûçeyan – Parlementoya Tirkiyê bi mebesta gotûbêjkirin û dengdana dirêjkirina muhleta pêkanîna operasyonan li derveyî sînorên Tirkiyê (li Iraq û Sûriyê) li ser daxwaza parlementerên AK Partiyê bi awayekî neasayî civiya.

 

Piştî pêşkêşkirina gotarên wezîr û çend parlementeran, ji bo dirêjkirina muhleta operasyonên li derveyî sînorê Tirkiyê, dengdan hate destpêkirin û bi piraniya dengan heta salekê 'tezkere' hate dirêjkirin.

 

Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Nurettin Canikli di civînê de li ser navê Hikûmeta Tirkiyê di derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de axivî û got: “Dibe ku referandum pêşiya metirsî û gefên mezintir veke.”

 

Osman Baydemir: Ev tê wateya ragihandina dijminahiya li dijî gelê Kurd ê 40 milyonî

 

Berdevk û Parlementerê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir jî di civînê de axivî û got: “Ev tezkere bi awayekî aşkere û zelal ragihandina dijminahiya li dijî gelê Kurd ê 40 milyonî ye. Heta ku Kurd weke gelekî wekhev neyê dîtin, Rojhilata Navîn dê bibe armanca dagirkeran.”