Mehmet Ocalan çû dîtina Ocalanê birayê xwe

23-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên girtîgeha Îmraliyê bo dîtina girtiyan çûn girava Îmraliyê.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro (23.09.2013) danê sibê birayê rêberê PKKê Mehmet Ocalan, xûşka girtiyê bi navê Şêxmûs Poyraz, xizma girtiyê bi navê Cumalî Karsû û merivên wan bo dîtina girtiyên xwe çûn girava Îmraliyê.

Beriya ku ber bi giravê ve biçin, Mehmet Ocalan li Gemlikê bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku ji hevdîtina herî dawî heta niha tu guhertinek di mercên jiyana Ocalan de nehatiye guhertin û nerazîbûna xwe jî li hember astengkirina hevdîtina Ocalan bi parêzerên xwe re nîşan da.

Mehmet Ocalan wiha axivî: “Ji meha borî heta niha zêde tiştek nehatiye guhertin. Lê çi dibe bila bibe doza girtiyên giravê herçiqas siyasî be hiqûqî ye jî lewma divê parêzer herin bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin û parastina wan bikin. Eger ev dewlet dewltek hiqûqî ye divê li her derî hiqûq were cîbicîkirin. Doza birayê min û girtiyên din li dadgeha Ewropa jî heye lê dema parêzer neçin wan nebînin çi xêra wê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst