Li Edirneyê 102 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, 102 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, li Edirneyê hêzên ewlehiyê ji bo rêgiriya koçberên qeçax li ser sînor operasyonek kir.

Di operasyonê de 102 koçberên Sûriyeyî, Efxanistanî, Pakistanî, Îraqî û Misirî hatin desteserkirin ku wan dixwest biçin Ewropayê.

102 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.

Li Edirneyê roja 21ê Tebaxê jî 111 koçberên qeçax hatibûn desteserkirin û radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatibûn kirin.