Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê herî zêde meha tebaxê çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê, meha Tebaxa 2022yan di bûyerên trafîkê de 5 hezar 229 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman amaran 288 hezar û 696 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Tebaxa 2022yan hejmara kesên di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest daye rekorek tomar kir.

Li gorî amaran, her sal herî zêde meha tebaxê bûyerên trafîkê çêdibin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), amarên bûyerên trafîkê yên sala 2022yan eşkere kirin.

Li gorî van amaran, sala 2022yan 197 hezar û 261 bûyerên trafîkê çêbûne ku di encama wan de birîndar û mirî hebûne.

Di van bûyerên trafîkê de 5 hezar û 229 kesan canê xwe ji dest daye û 288 hezar û 696 kes jî birîndar bûne.

Sala 2022yan herî zêde meha tebaxê bûyerên trafîkê çêbûne.

Sala 2022yan bûyerên trafîkê herî zêde bi rêjeya ji sedî 10 meha tebaxê çêbûne û herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 5,8 meha sibatê çêbûne.

Sala 2022yan ji sedî 66,9ê bûyerên trafîkê bi roj û ji sedî 33,1ê bûyerên trafîkê bi şev çêbûne.

Pispor dibêjin yek ji sedemên zêdebûna bûyerên trafîkê yên di demsala havînê de germahî ye.

Zivistanan jî ji ber ku xelk zêdetir otobûs û mînîbûsan bi kar tîne bûyerên trafîkê kêm çêdibin.