Li Stenbolê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê, doh bi şev zilamekî bi demançeyê hevjîna xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li Taxa Kartaltapeyê ya Bayrampaşayê di navbera Şehmuz Ç. û hevjîna wî Meryem Çyê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Şehmus Ç. bi demançeyê hevjîna xwe birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Meryem Ç. bir nexweşxaneyê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şehmus Ç. piştî ku demançeyê berda hevjîna xwe ji malê reviya.

Hat ragihandin ku polîsan ji bo desteserkirina Şehmus Ç. dest bi xebatan kiriye.