Li Çanakkaleyê agir gihişt cihê niştecihbûnê: 9 gund hatin valakirin

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Agir Çanakkale Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku bi daristana bajarê Çanakkale yê Tirkiyê ketiye ji doh ve berdewam dike.

Ji ber agir heta niha 9 gund û cihên niştecihbûnê hatine valakirin.

Ji bo tedbîrê hezar û 251 kes ji wan navçeyan hatine veguhastin.

Herwiha dûkêla agir bandor li 54 kesan kiriye.

Doh demjimêr derdora 11.40î li devere Damyeriyê ya Çanakkaleyê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

Agir gihişt çend cihên niştecihbûnê

Agir di demek kurt de li rûberekî berfireh belav bû û gihişt çend cihên niştecihbûnê.

Gundên nêzîkî Damyeriyê yên wekî Kayadere, Ulupinar û Belenê hatin valakirin.

Piştre jî biryar hat dayîn ku gundên Yagcilar, Aşagiokçular, Kalabakli, Kizilcaoren û Taşlitarlayê bên valakirin.

Hezar û 251 kes hatin veguhastin

Bi giştî ji ber metirsiya agir 9 gund hatin valakirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku heta niha ji wan gundan bi armanca tedbîrê hezar û 251 kes hatine veguhastin.

Ji bilî wan, li gundê Saricaeliyê jî 45 kes ji ber metirsiya agir hatin veguhastin.

48 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin

Yerlîkaya herwiha eşekere kir ku dûkêla agir bandor li hinek kesan kiriye û 48 kes li nexweşxaneyan çareseriyê dibînin.

Derbarê xebatên vemirandina agir de jî Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê got:

"Hezar û 697 personel, 8 balafir, 26 helîkopter, 240 otomobîlên agirvemirandinê, 71 tankerên avê û 173 makîneyên me li wê deverê ne.”

Parêzgarê Çanakkaleyê jî ragihand ku ji ber agir ti canjidestdan û birîndarbûnek çênebûne.

Lê hişyarî da got ku divê welatiyên li navçeyên şewatê baldar bin.

Ji ber agir li gundê Yagcilarê 4 mal û li gundê Ulupinarê jî 3 malan zerer dîtiye.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumaklî şeva borî çû navçeyên agir û li wan her du gundan lêkolîn kir.

Li gorî zanyariyan, ew agir bi giştî li hezar û 500 hektar erd belav bûye ku 800 hektar jê daristan e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst