Tê payîn beşekî girtiyan di çarçoveya çaksaziya dadwerî de bêne azadkirin

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê heta sala 2016ê jî hikumetê di nava sîstema dadweriyê de gellek çaksazî kirin, lê proseya çaksaziyê piştî hewla darbeya serbazî hate rawestandin. Niha ku hikumet careke din behsa endambûna Tirkiyê di nav Yekîtiya Ewropayê de dike, mijara çaksaziyan jî di rojevê de ye. Biryar e Wezareta Dadê ya Tirkiyê rojên pêşiya me dest bi amadekirina pakêteke nû ya çaksaziyan bike û beşek girtiyan jî bêne berdan.

Piştî germbûna mijara endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de mijara çaksaziyên sistema dadwerî jî careke din di rojevê de ye. Li gorî hiquqnasan eger hikumeta Tirkiyê bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê pêwîst e di sistema dadwerî de çaksazî bêne kirin.

Parêzer Yusuf Dere dibêje: “Niha di navbera Tirkiyê û Ewropayê de peywendiyeke nû dest pê kiriye û eger Tirkiye bixwaze peywendiyên baştir bike bibe endamê Yeketiya Ewropayê pêwîst e sistemeke demokratîk û adilane ya dadweriyê hebe ku ev heman demê daxwaza Yekîtiya Ewropayê ye. Eger çaksaziyên pêwîst bêne kirin, dê Ewropa di gelek mijaran de pêşiya Tirkiyê veke û hinek imtiyazan bide Tirkiyê.”

Komisyona Peywendiyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê jî di rapora xwe de daxwaz ji Tirkiyê dike ku li girtîgeh û navendên binçavkirinê rewş bê başkirin û sistema dadwerî were revîzekirin. Yek ji mijarên ku nîqaş li ser tê kirin jî hebûna îşkence û miameleya xirab e li navendên asayîşê.

Berpirsê Projeya Dijî Tundûtijiyê Mehmet Alî Dim jî got: “Tundûtijî û miameleya xirab mijareke mafê mirovan e. Em mijara tundûtijiyê weke mijareke mafê mirovan dibînin niha em li ser projeyekê kar dikin, em ji bo herkesê behsa mafê mirovan dikin û em dibêjin herkes bila di nava civakê de bigehe mafên xwe yên rewa û projeya me rasterast peywendî bi tekoşîna li dijî tundûtijîyê heye.”

Hikumeta Tirkiyê heta niha 7 paketên çaksaziyê yên sistema dadwerî gotûbêj kirine lê di serî de yasaya infazê beşek ji wan li parlementoya Tirkiyê nehatine pesendkirin.