Serokê HUDAPARê li ser êrîşa Edeneyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa ku li Edeneyê pêk hat de got, “Hûn dê ne bikaribin me ji xeleka rewa derxin, ne jî çavên me bitirsînin û ne jî me ji xizmetên me dûr bixin.”

Li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya HUDAPARê ya taxa Turkocagi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê kesekî bi navê A.S. yê 72 salî êrîşî Salih Demir û Sacit Pişgin kir. Di êrîşa duh de Sacit Pişgin canê xwe ji dest da, Salih Demir jî bi giranî birîndar bû.

Tevî ku heta niha sedema êrîşê nehatiye zelalkirin jî, hat destnîşankirin ku “Êrîş ji aliyê bazirganên madeyên hişbir ve hatiye kirin.”

Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu li Edeneyê li ser êrîşê daxuyanî da çapemeniyê.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku divê tawanbar bêne eşkere kirin û got, “Ev bûyer hîn pir teze ye, sedem çi ye, kê kir, bi çi armancê, kîjan hêz li pişt wê ne? Em nizanin. Ji ber vê jî ez naxwazim li ser vê bûyerê tiştekî bêjim. Niha zû ye ku mirov tiştekî bêje. Polîs û dadgeh karên xwe dikin. Ez hêvî dikim ku ew karê xwe bêkêmasî bikin. Kî li pişt vê bûyerê ye, em dixwazin di demeke kurt de eşkere bibe.”

Yapicioglu her wiha anî ziman, “Li kê tê kirin bila bê kirin, êrîşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ji bo ku ev êrîş berdewam nebin divê her kes bi erka xwe rabe. Belê, dibe ku niha bi awayekî fizîkî dixwazin me ji holê rakin û me neçar dikin hevalên me bêne binax bikin lê wek ku rehmetî Aliye Îzzetbegovic gotiye, “Dibe ku nizanibin ku em tov in.

Ez dixwazim vê peyamê bidim kesên ku hewl didin me bidin rawestandin. Hûn bêwate hewl didin. Înşallah Hûn dê ne bikaribin me ji xeleka rewa derxin, ne jî çavên me bitirsînin û ne jî me ji xizmetên me dûr bixin. Ev qet ne mumkin e.”