Misirê ji bo Tirkiyê balyozek erkdar kir

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Amr El Hemamî weke Balyozê nû yê Misêrê yê Tirkiyê erkdar kir.

Biryarnameya erkdarkirinê bi îmzeya Serokkomar Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Amr El Hemamî beriya ku peywendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de bigihêje asta balyozxaneyê, li Enqereyê wek karbirêker (maslahatguzar) dixebitî.

Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Salih Mutlu Şen jî wek Balyozê Tirkiyeyê yê Misirê hatibû erkdarkirin.

Amr El Hemamî kî ye?

Amr El Hemamî ku ji sala 2019an vir ve li Balyozxaneya Misirê ya Enqereyê karbirêker bû, ji sala 2011an heta 2015an wek şêwirmendê hiqûqî yê Mîsyona Misirê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bû.

Hemamî di heman demê de li balyozxaneyên Misirê yên li Nîjer, Denmark û Bulgaristanê jî wek konsul kar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst