Li Tirkiyê bihayê dermanan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokkomariya Tirkiyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin re rêjeya Euro ya sabit a ku di bihakirina dermanan de tê bikaranîn ji sedî 30,5 hat zêdekirin û bû 14,03 TL.

Biyara Serokkomariya Tirkiyê ya li ser bihakirina dermanan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor biryarê; Nirxê 1 Euro bi Lîreya Tirkî di bihakirina dermanên ji bo karanîna mirovan de tê bikaranîn, di meha Tîrmehê de ji sedî 30,5 zêde bû û wek 14,387 TL hat diyarkirin.

Bi vê zêdebûnê re di berhemên bihayê parastî de nirxê lîsteyê bû 48,41 TL. Ji bo berhemên din jî bû 25,30 TL.