Kurtulmuş derbarê êrişa Zaxoyê de: Em amade ne bi Iraqê re hevkariyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş derbarê êrîşa li gundê Perex ê navçeya Zaho ya Duhokê de axivî û got “Ez ji vê derê careke din diyar dikim ki bi rayedarên Iraqî re ji bo derxistina holê ya hemû corên agahiyan, parvekirina hemû corên belgeyan û derxistina rastiyên vê bûyerê em amade ne hevkariyê bikin.”

Numan Kurtulmuş di Civîna Berfireh a Encumena Şêwirmendiya Parêzgehê ya Serokatiya Parêzgeha Burdurê ya partiya xwe de axivtinek kir.

Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bilî yekîtî, hevgirtin, dostanî û têkiliya nêzîk a gelên vê erdnîgariyê ti neyeteke din a Tirkiyeyê nîne û wiha berdewam kir “Em naxwazin ti pirsgirêk li vê erdnîgariyê heta hetayê bidomin. Lê yên din hem dixwazin şer bidome û hem jî bi salan e li ser rêxistinên terorîst dixwazin ev herêm bêçalak bimînin.

Beriya dîtina bersiva vê pirsê `Kî bi salan piştgirîya DEAŞ, PKK û PYDê dike?` em nikarin vê pirsê bibersivînin `Dixwazin li vê herêmê çi bikin?` Dixwazin bi rêya rêxistinên terorê li gelek deverên vê erdnîgariyê welatan bê bandor bikin.”

Kurtulmuş: Ji bo eşkerekirina rastiya bûyerê em amade ne hevkariyê bikin

Kurtulmuş derbarê êrîşa li gundê Perex ê navçeya Zaho ya Duhokê de jî diyar kir ku Kurtulmuş diyar kir ku bombe teqiyan û gelek sivîlên feqîr mirin û ji bo wan sersaxiyê xwest.

Kurtulmuş destnîşan kir ku ew wek Tirkiye dixwazin her kes li herêmê di nava aştiyê de bi hev re bijîn û wiha berdewam kir:

“Hemû cîhan dizane ku hewleke me ya taybet heye ji bo ku xelkê sivîl ti ziyanek nebîne. Ji ber vê yekê ez careke din ji Burdurê dixwazim diyar bikim ku Tirkiye helwesta xwe ya ku bi rêya Wezareta Karên Derve ji kêliya yekem ve ragihandibû didomîne, da ku rastiya bûyerê eşkere bike.

Em ji vê derê careke din diyar dikim ki bi rayedarên Iraqî re ji bo derxistina holê ya hemû corên agahiyan, parvekirina hemû corên belgeyan û derxistina rastiyên vê bûyerê em amade ne hevkariyê bikin. Ji ber ku êdî bes e, ev herêm ji teror, bombe, komkujî û cînayetên wiha gelek êş kişandiye. Em dixwazin hemû gelên herêmê, Ereb, Kurd, Tirk û gelên din weke ku heta niha jiyan kirine, ji niha sûn vejî heta roja qiyametê di nava aştiyê de bijîn. Herî baş em dizanin teror li ser siberoja vê erdnîgariyê bi taybetî jî li Tirkiyeyê sûîqestek e.”