Bilançoya giran a betlaneya cejnê: 68 mirî û 9787 birîndar

23-06-2024
Nîşan Cejn Bîlanço Betlane Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 8 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayan 68 kesan canê xwe ji dest da û 9 hezar û 787 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên 8 rojên betlaneya Cejna Qurbanê belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di 24 demjimêrên dawî de 706 qeza çêbûne û di van qezayan de 6 kes mirine û hezar û 97 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku di 8 rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê bi tevahî 68 kes mirine û 9 hezar û 787 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst