DEVA, Pêşeroj û Saadetê li ser avakirina komê li hev nekirin

23-06-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Partiya DEVA Partiya Pêşerojê Partiya Saadetê Avakirina Komê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê yên ku ji lîsteya CHPê 35 kursî bidest xistibûn, bo avakirina koma parlamentoyê li hev nekirin.

Pêştir hatibû diyarkirin, her sê partiyên siyasî li hev kirine ku di bin banê partiyeke nû de komekê ava bikin û ji bo navê partiya nû jî bijardeyên “Yekîtî bo Demokrasiyê” an jî “Tifaqa Demokrasiyê” tên nîqaşkirin.

Parlamenterê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu ragihand, ku wan ji bo avakirina koma parlamentoyê bi partiyên Saadetê û Pêşerojê re li hev nekirine.

Mustafa Yeneroglu di bernameyeke televîzyonî de derbarê xebatên avakirina koma hevbeş de got: “Her sê partiyan jî mijar nirxand. Weke DEVA piraniya hevalên me li dijî modela koma parlamentoyê ya hevbeş derketin û di cî de nedîtin. Hevalên me dibêjin, ev modela dê rê li ber nîşandana nasnameya partiya me bigre.”

Di hilbijartinên giştî yên parlementoya Tirkiyê de ku 14ê Gulanê hat kirin ji Partiya DEVAyê 15, Partiya Pêşerojê 10 û Partiya Saadetê jî 10 parlameter ji lîsteyên CHPê ketibûn parlamentoyê.

Piştî hilbijartinan danûstandinên di navbera 3 partiyan de li ser "avakirina komê li parlamentoyê" dest pê kir. Herwiha Partiya Demokratê jî biryar da ku beşdarî van pêkhateyan nebe.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu hefteya borî li hev civiyabûn û bijardeyên avakirina komeke hevbeş nirxandibûn.

Li Parlamentoya Tirkiyê ji bo avakirina komê pêwîstî bi 20 parlamenteran heye. Eger 20 parlamenter di bin navê partiyekê de bêne ba hev dikarin mafên komê bidest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst