Babacan ji ber serdana bin Selman Erdogan bi tundî rexne kir

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA Alî Babacan Erdogan Mihemed bin Selman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan derbarê serdana Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman de rexne li Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan girt û got: “Tu îro wî kesê ku te 6 meh berî niha bi kuştinê tawanbar dikir hembêz dikî. Ma rûmeta vî welatî nîne.”

Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman îro 22ê Hezîrana 2022ê  gihişt Enqereya paytexta Tirkiye û ligel Serokkomarê wî welatî  Recep Tayîp Erdogan civiya.

Ev serdana Mihemed bin Selman di nav siyaseta navxwe ya Tirkiyê de bû sedema karvedanan û Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di civîna heftane ya partiya xwe de derbarê wê serdanê de rexne li Erdogan û rêveberiya wî girtin.

Babacan amaje bi dosyeya kuştina rojnamevanê Siudî Cemal Xaşiqçî kir ku Tirkiyê beriya çend mehan derbarê wê dosyeyê de helwêsta xwe guhertibû û ew dosya bo Siudiyê şandibû û got: “Di polîtîkaya derve de car wiha ye, car jî wiha ye. Tu îro wî kesê ku te 6 meh berî niha  bi kuştinê tohmetbar dikir hemmêz dikî. Ma rûmeta vî welatî nîne.”

Babacan got:“Dibêjin Cênişîn hat pere dê bên. Bi rêya rojnameyên xwe dibêjin mereq nekin dirav tên nav Tirkiye. Ma ewqas erzan e! Ma ne heyf e? Ma rûmeta vî welatî nîne? Di polîtîkaya derve de car wiha ye, car jî wiha ye. Tu îro wî kesê ku te 6 meh berî niha bi kuştinê tohmetbar dikir û digot ez dosyeya wî nadim, dibe ku ew delîlan winda bikin û piştre te dosyeya wî wek xwe şandiye Siudiyê, li vir himbêz dikî. Daraza serbixwe çi dibêje ew e. Daraza serbixwe dê kar bike û kesê tawanbar û ne tawanbar eşkere bike. Lê derdê me bi van polîtîkayên ne diyar ên derve re ye. Me tişta ku li Erebistana Siudî bûye dît.”

Ev civîn di demekê de ye di Cotmeha 2018an de rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî yê ku bi helwesta xwe ya li dijî desthilatdarên Erebistana Siûdî dihat naskirin, di nava konsulxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê de hatibû kuştin.

Kuştina Xaşiqçî têkiliyên di navbera Enqere û Riyadê de ji hev xistibû û ji bo zêdetirî 3 sal û nîvan Mihemed bin Selman jî ji medya û geştên navneteweyî dûr xistibû. Îstîxbarata Amerîkayê, Mihemed bin Selman bi kuştina Xaşiqçî tohmetbar dike.

Piştî çend salan sarbûna têkiliyên wan ên dîplomatîk, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Nîsana îsal de serdana Erebistana Siûdiyê kir û bi Şah û rayedarên payebilind ên wî welatî re hevdîtin kirin.

Tê çaverêkirin ku di encama hevdîtina Bin Selman û Erdogan de gelek peymanên di warên berevanî û enerjiyê de bêne îmzekirin. Herwiha ji ber rewşa xerab a aboriya Tirkiyê, dibe ku di navbera bankên navendî yên herdû welatan de peymana SWAP jî bê îmzekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst