Rakirina parêzbendiya Saliha Aydeniz îro li parlamentoyê tê gotûbêjkirin

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan Saliha Aydeniz DBP Parêzbendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Saliha Aydeniz ku di heman demê de Hevseroka Giştî ya DBPê ye, îro Pêncşembê 23ê Hezîranê li Parlamentoya Tirkiyê tê gotûbêjkirin.

Komîsyona Dad û Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê, îro demjimêr 11:00an ji bo gotûbêjkirina rakirina parêzbendiya Saliha Aydeniz dicive. Eger komîsyon di encama gotûbêjan de biryara rakirina parêzbendiya Aydeniz bide, ji bo dengdan li ser bê dayîn dê dosyeya wê bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê şandin. Di encama dengdana parlamenteran de eger parêzbendiya Aydeniz bê rakirin, dê derbarê wê de doz bê vekirin û darizandin.

Roja 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda li ser rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû sazkirin.

Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDPê û polîsan de derketibû û di nav aloziyê de şerê Saliha Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev jî bûbû sedema nerazîbûnê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop jî derbarê bûyerê de axivî û got ev suc e û divê parêzbendiya wê parlamenterê bê rakirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop dibêje “Li gor min divê parêzbendiya wê parlamenterê bê rakirin û cezayê pêwîst bê dayîn. Ev tişta ku parlamenterekê li beramber berpirsyarekî giştî, polîsekî û hêzên ewlekariyê kiriye divê neyê qebûlkirin. Ev hedê xwe nezanîn e.”

Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî li parlamentoyê derbarê karvedanên wê rojê de dîmenên wê rojê nîşan dan û got, tiştê polîsan li parlamenteran kiriye îşkence ye.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş got “Li cihekî ku 40 parlamenter hebûn, hemû polîsên Stenbolê hatibûn û ragihandin jî ji wê derê derxistin. Ji ber ragihandin nebû min axaftin tomar kirin. Kesên hatibûn wê derê kom bûbûn dixwestin nerazîbûna xwe li beramber îşkencê û tecrîdê nîşan bidin. Lê polîsan bi hemû hêza xwe êrîş kirin û kesên wê derê îşkence kirin.”

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 27emîn gera parlamentoya wî welatî de, hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê li dijî parlamenteran pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyê hatine kirin. Ji wê hejmarê 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê hatine tomarkirin ku hinek ji wan derbarê parlamentera DBPê Salihe Aydeniz de ne.

Doh 22ê Hezîranê di nav de Saliha Aydeniz 11 fezlekeyên derbarê 10 parlamenterên HDP û DBPê de bo Parlamentoya Tirkiyê hatibûn şandin. Di wan fezlekeyan de rakirina parêzbendiya wan parlamenteran tê xwestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst